Kurdîzan

TEMA: SALEKA GERNASÎ LI HEWLÊRÊ

  • çûn, vegerîn, gerîn, bi xêr hatin, derbas kirin
  • par, meh, sal, werz, betlane
  • deverên siruştî, deverên dîrokî

RÊZIMAN: A-ROJÊN HEFTEYÊ, NAVÊN MEH Û WERZAN

  • navên rojan, navên mehan, navên werzan

B-PIRSÎNA NAVÊN ROJ, MEH Û WERZAN

  • Îro çi roj e? Îro ji rojan çi ye?
  • Sibeh çi roj e? Sibeh ji rojan çi ye?
  • Duh çi roj bû? Duh ji rojan çi bû?
  • di ….. da
  • Kengê?

SALEKA GERNASÎ LI HEWLÊRÊ

  • Îhsan, Ferzan û Gernas hevalên hev in.
  • Li mala Îhsanî
  • Îhsan: Ferzan îro ji rojan çi ye?
  • Ferzan: Çarşem e.
  • Îhsan: Gernas kengê vedigere?
  • Ferzan: Îro vedigere.
  • Îhsan: Na lo! Nexwe em biçin bixêrhatina wî.
  • Li mala Gernasî
  • Îhsan: Gernas tu kengê çûyî Hewlêrê?
  • Gernas: Ez par meha tebaxê çûm Hewlêrê. Tam bû salek.
  • Ferzan: Sala te li Hewlêrê çawa derbas bû?
  • Gernas: Werza payîzê li kargehekê xebitîm. Zivistanê jî çûm kurseka kurdîya soranî. Li Hewlêrê înî û şemî betlane ne. Ez jî ji yekşemê heta pêncşemê diçûm kursê. Di adarê da betlaneya Newrozê hebû. Di mehên nîsan û gulanê da jî li deverên siruştî û dîrokî gerîyam.