SAET ÇEND E?
4. Ji bo 15 deqîqeyên saetê, "çaryek" tê gotin:
- 02:15 bn Saet du û çaryekê berî nîvroyê ye.
- 08:15 pn Saet heşt û çaryekê piştî nîvroyê ye.
- 05:15 Saet pênc û çaryek e.
5. Ji bo saetên kêm jî bêjeya "kêm"ê tê bikaranîn:
- 01:50 bn Saet du kêm deh deqîqeyê berî nîvroyê ye.
- 03:40 pn Saet çar kêm bîst deqîqeyê piştî nîvroyê ye.
- 02:55 Saet sê kêm pênc deqîqe ye.
Dema ku bêjeya deqîqeyê neyê gotin jî heman manayê dide:
- 01:50 bn Saet du kêm dehê berî nîvroyê ye.
- 03:40 pn Saet çar kêm bîstê piştî nîvroyê ye.
- 02:55 Saet sê kêm pênc e.
6. Dema ku saeta bûyerekê yan jî tiştekî bipirsin, "di saet çendan da"yê tê bikaranîn.
- Serdar di saet çendan da hat?
- Ew di saet deh û nîvê berî nîvroyê hat.
- Tu di saet çendan da gihîştî malê?
- Ez di saet çar û bîst deqîqeyên piştî nîvroyê gihîştim.
- Ronya di saet çendan da raza?
- Ew di saet yazdehan da raza.