Kurdîzan

SAET ÇEND E?

Dema ku em bixwazin saetê bipirsin, em bi alîkarîya bêjeyên "çend" û "çi"yê dipirsin.

  • Saet çend e?
  • Saet çi ye?

Di gotina saetê da têgihên "berî nîvroyê" (kurtkirin: bn) û "piştî nîvroyê" (kurtkirin: pn) tên bikaranîn.

Li gor vê yekê, ev nimûne bi vî awayî tên nivîsîn û bilêvkirin:

  • Mînak: 08:30 bn
  • Bilêvkirin: 1. Heşt û nîvê berî nîvroyê. 2. Heşt û nîv bn
  • Mînak: 09:30 pn
  • Bilêvkirin: 1. Neh û nîvê piştî nîvroyê. 2. Neh û nîv pn

Eger aşkera be ku dem berî yan jî piştî nîvroyê ye "berî nîvroyê" û "piştî nîvroyê" neyên gotin jî dibe.

  • Mînak: 06:30
  • Bilêvkirin: Saet şeş û nîv e.

1. Dema ku saet tê pirsîn bersiv piştî bêjeya "saet"ê tê gotin:

  • 05:00 bn Saet pêncê berî nîvroyê ye.
  • 08:00 pn Saet heştê piştî nîvroyê ye.
  • 02:00 Saet du ye.

2. Dema ku saet "nîv" be, saeta tam tê gotin, paşê gihaneka "û"yê, herî dawî jî bêjeya "nîv"ê tê bikaranîn.

  • 02:30 bn Saet du û nîvê berî nîvroyê ye.
  • 07:30 pn Saet heft û nîvê piştî nîvroyê ye.
  • 09:30 Saet neh û nîv e.

3. Dema ku piştî saetên tam, deqîqe bên dîyarkirin, ev deqîqe bi alîkarîya gihaneka "û"yê li ser saeta tam tên zêdekirin:

  • 02:09 bn Saet du û neh deqîqeyê berî nîvroyê ye.
  • 04:20 pn Saet çar û bîst deqîqeyê piştî nîvroyê ye.
  • 03:05 Saet sê û pênc deqîqe ye.

Dema ku bêjeya "deqîqe"yê neyê gotin jî heman manayê dide:

  • 02:10 bn Saet du û dehê berî nîvroyê ye.
  • 03:05 pn Saet sê û pêncê piştî nîvroyê ye.
  • 06:20 Saet şeş û bîst e.