TEMA: ROJNIVÎSKA ROJDAYÊ
- hişyar bûn, rastî ... hatin, dîtin, dilşa bûn, behs kirin, pirsîn, qeza kirin, xemgîn bûn, gerîn, biryar dan, xwastin, bêhn vedan, temaşe kirin, xatir xwastin, êşandin, gihîştin
- dawîya hefteyê, roj, rojên berê, du sal berê, dema ku, paşê, heta
- taştê, firavîn, xwarin
- rojnivîsk, sînema, fîlm, park, nûçe, mîna, mixabin
- di saet dehan da, di yekê da, sê kêm çaryek, heta saet şeşan, di saet şeş û bîst deqîqeyan da
- ji zû ve, bi hev ra, li ser, loma, li ser vê, ji hev, lê
RÊZIMAN: SAET ÇEND E?
- pirsîna saetê, nîv, deqîqe, çaryek, kêm
- di gotina saetê da bikaranîna gihaneka "û"yê
ROJNIVÎSKA ROJDAYÊ
Ez îro di saet şeş û nîvan da hişyar bûm. Mîna hemû rojan, min taştêya xwe xwar. Ji ber ku dawîya hefteyê bû ez çûm Parka Azadîyê. Di saet dehan da ez rastî hevalê xwe Evdilayî hatim. Me ji zû ve hev nedîtibû. Em her du jî bi vê rasthatinê gelekî dilşa bûn. Di saet yekê da me bi hev ra firavîn xwar. Li ser xwarinê me behsa rojên berê kir. Min pirsa hevala me Rûkenê ji wî kir. Dema ku min behsa Rûkenê kir, Evdila xemgîn bû. Got, mixabin wê du sal berê
qezayek kir. Loma ev du sal in ji xwendina xwe maye. Li ser vê nûçeyê em xemgîn bûn.
Me xwast ku em li parkê bêhna xwe vedin. Heta sê kêm çaryekê em li parkê gerîyan. Paşê me biryar da ku em biçin sînemayê. Me li fîlmê "Dema Hespên Serxweş"ê temaşe kir. Em heta saet şeşan jî bi hev ra man. Paşê me ji hev xatir xwast û di saet şeş û bîst deqîqeyan da ez gihîştim malê. Lê nûçeya Rûkenê hîn jî dilê min diêşand.