
TEMA: AJELÊN GUNDÊ ME
- ajel, gund, karik, çêlek, mih, bizin
- mirîşk, werdek, dîk, elok
RÊZIMAN: A-HEJMAR
- hejmar, hejmare
- hejmareyên ji sifrê heta nehan
- hejmartina navan
- hejmarên di navbera deh û bîstî da
- hejmarên dehî
- gihaneka "û"yê di navbera hejmaran da
B-ÇEND
- pirsîna hejmara navan bi "çend"ê
- "çend" wekî cihnava pirsyarî
- bêjeya "çend"ê di manaya "hinek"ê da
AJELÊN GUNDÊ ME
- Mamed: Merheba Pelda. Ev, karika kê ye?
- Pelda: Merheba Mamed. Ev, karika min e.
- Mamed: Tu ji ajelan hez dikî?
- Pelda: Erê, ez ji ajelan gelekî hez dikim. Bavê min mih, bizin û çêlekan xwedî dike.
- Mamed: Çend mihên we hene?
- Pelda: Sed û bîst û şeş mihên me hene.
- Mamed: Çend bizinên we hene?
- Pelda: Heştê û heşt bizin û şêst û heft karikên me hene.
- Mamed: Çend çêlekên we hene?
- Pelda: Tenê du çêlekên me hene. Ajelên we jî hene?
- Mamed: Erê. Deh mirîşk, dîkek, şeş werdek û du elokên me hene.
- Pelda: Ez jî ji dîk û mirîşkan hez dikim. Xwezî yên me jî hebûna.