B- ÇEND
Dema ku em hejmara tiştan dipirsin, em bêjeya "çend"ê bi kar tînin.
1. Eger "çend", berî navan bê bikaranîn, hejmara wan dipirse.
- Bîst xwendekar di polê da ne.
- Çend xwendekar di polê da ne?
- Şeş qelem li ser maseyê ne.
- Çend qelem li ser maseyê ne?
- Çil û sê kes di salonê da ne.
- Çend kes di salonê da ne?
2. Eger "çend" li şûna navan bê bikaranîn, pirsa tişt yan kesan dike û cihnava pirsyarîyê ye.
- Wê du xwarin, yek hişt.
- Wê çend xwarin, çend hiştin?
- Rêveber çaran dişîne, pêncan dihêle.
- Rêveber çendan dişîne, çendan dihêle?
Hişyarî
Bêjeya "çend"ê di manaya "hinek"ê da jî tê bikaranîn. Wê demê ev çend ne ji bo pirsînê ye, ji bo dîyarkirina hejmarê ye.
- Çend heval li wir in.
- Çend qelem di çenteyî da ne.
- Çend kûçik di hewşê da ne.
- Çend pêlav li ber derîyî ne.
- Çend xwendekar di polê da ne.
- Çend sêv sor in.