Kurdîzan

A-HEJMAR

5. Hejmarên dehî bi vî awayî ne:

deh10
bîst20
sih30
çil40
pêncî50
şêst60
heftê70
heştê80
nod90

6. Hin hejmarên din:

sed100
hezar1.000
milyon1.000.000

7. Dema ku hejmareka din li van hejmaran zêde dibe, gihaneka "û"yê dikeve navbera wan. Pêşî hejmara mezin, paşê ya biçûk tê gotin.

çil û yek41
sih û pênc35
heştê û neh89
nod û neh99
sed û nod û neh199
hezar û sed û nod û neh1199

Tabloyek ji bo hejmaran

HezarSed - neh sedBîst - nodYek - neh
(1000)(100 - 900)(20 - 90)(1 - 9)
1366hezarûsê sedûşêstûşeş
1432hezarûçar sedûsihûdu
2526du hezarûpênc sedûbîstûşeş
3385sê hezarûsê sedûheştêûpênc
4959çar hezarûneh sedûpêncîûneh
5191penc hezarûsedûnodûyek

8. Dema ku berî hejmarên sed, hezar û milyonê hejmar bên bikaranîn, gihaneka "û"yê di navbera wan da nayê bikaranîn:

du sed200
sê sed300
çar hezar4000
pênc hezar5000
heft milyon7.000.000
deh milyon10.000.000