A-HEJMAR
1. Deh heb hejmare hene:
| sifir | 0 |
| yek | 1 |
| du | 2 |
| sê | 3 |
| çar | 4 |
| pênc | 5 |
| şeş | 6 |
| heft | 7 |
| heşt | 8 |
| neh | 9 |
2. Hemû hejmar bi hejmareyan çê dibin. Hejmarên ji 10an heta 19an bi vî awayî ne:
| deh | 10 |
| yazdeh | 11 |
| duwazdeh | 12 |
| sêzdeh | 13 |
| çardeh | 14 |
| panzdeh | 15 |
| şazdeh | 16 |
| hevdeh | 17 |
| hejdeh | 18 |
| nozdeh | 19 |
- duwazdeh zarok
- çardeh xanî
- panzdeh texte
- pênc qelem
- hevdeh karik
- nozdeh çêlek
- yazdeh mirîşk
- sêzdeh nexweş
3. Hejmar dema ku bi navan ra bên bikaranîn, berî wan tên:
- du hirmî
- sê mal
- çar heval
- pênc qelem
- deh dar
4. Hejmara "yek"ê, dema ku bi navan ra bê bikaranîn, dibe "-ek" û diçe dawîya navan:
- yek mal dibe malek
- yek qelem dibe qelemek
- yek dar dibe darek
Dema ku nav bi dengdêrekê biqede "-ek" dibe "-yek":
- yek xanî dibe xanîyek
- yek mase dibe maseyek
- yek texte dibe texteyek