Kurdîzan

B-HEVOKÊN PIRSYARÎ YÊN NAVÎ

1. Hevokên pirsyarî yên navî bêhtir bi awazeyê çê dibin. Awaze melodîya bêjeyan di nava hevokê da dîyar dike. Awaze li ser kîjan bêjeyê be, ew tê pirsîn. Dema ku awaze li ser bêjeyekê be, ew bêje bihêztir û bilindtir tê bilêvkirin.

Di mînakên jêrîn da, awaze li ser pêveberê ye, loma jî pêveber hatîye pirsîn.

  • Azad xort e?
  • Şîlan mamosta ye?
  • Dara jêhatî ye?
  • Sêv sor in?
  • Îsot tûj in?

Eger di van mînakên jorîn da mirov awazeyê daîne ser bikerê, wê demê biker tê pirsîn:

  • Azad xort e?
  • Şîlan mamosta ye?
  • Dara jêhatî ye?
  • Sêv sor in?
  • Îsot tûj in?

2. Hevokên pirsyarî bi alîkarîya bêjeyên "ma", "gelo" û "qey"ê jî tên çêkirin.

a) Bi bêjeya "ma"yê:

  • Ma Azad xort e?
  • Ma Şîlan mamosta ye?
  • Ma Dara jêhatî ye?
  • Ma sêv sor in?
  • Ma xwarin germ e?
  • Ma xwendekar jîr in?
  • Ma xwişk dilşikandî ye?
  • Ma zarok tî ne?
  • Ma mêvan birçî ne?

b) Bi bêjeya "gelo"yê:

  • Gelo Azad xort e?
  • Gelo Şîlan mamosta ye?
  • Gelo Dara jêhatî ye?
  • Gelo sêv sor in?
  • Gelo xwendekar jîr in?

c) Bi bêjeya "qey "ê:

  • Qey Bêrîvan dirêj e?
  • Qey mal dûr e?
  • Qey xwarin biha ye?
  • Qey zarok jîr in?
  • Qey çîya bilind in?

Hişyarî

Bêjeya "qey"ê ji bo îhtîmalê jî tê bikaranîn.

  • Min nedît lê qey hatîye.