A-NERÊNÎYA HEVOKÊN NAVÎ
Hevokên navî yên nerênî bi du awayan çê dibin:
1. Bi "ne"yê:
- Azad ne xort e.
- Xwarin ne germ e.
- Rojda ne dirêj e.
- Jinik ne xerîb e.
- Şîlan ne mamosta ye.
- Dara ne jêhatî ye.
- Keçik ne qure ye.
- Mehîn ne beza ye.
- Sêv ne sor in.
- Xwendekar ne jîr in.
- Pirtûk ne stûr in.
- Xanî ne bilind in.
- Xwişk ne dilşikandî ne.
- Zarok ne tî ne.
- Mêvan ne birçî ne.
- Rovî ne kedî ne.
2. Bi "nîne" û "nînin"ê:
"Nîne" ji bo yekhejmaran û "nînin" jî ji bo pirhejmaran tên bikaranîn.
- Azad xort nîne.
- Şîlan mamosta nîne.
- Dara jêhatî nîne.
- Xwarin germ nîne.
- Sêv sor nînin.
- Xwendekar jîr nînin.
- Zarok tî nînin.
- Mêvan birçî nînin.