
TEMA: LI ZANÎNGEHÊ
- zanîngeh
- pola yekem, pola duyem
- ziman, edebîyat, beş, Beşa Dîrokê, kurdî
RÊZIMAN:
A-NERÊNÎYA HEVOKÊN NAVÎ
- bi "ne"yê
- bi "nîne/nînin"ê
B-HEVOKÊN PIRSYARÎ YÊN NAVÎ
- bi awazeyê
- bi "ma"yê
- bi "gelo"yê
- bi "qey"ê
LI ZANÎNGEHÊ
- Dara: Merheba, navê min Dara ye, navê te çi ye?
- Zeyneb: Navê min Zeyneb e.
- Dara: Tu jî di Beşa Dîrokê da dixwînî?
- Zeyneb: Nexêr, ez ne di Beşa Dîrokê da me, ez di Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî da me.
- Dara: Gelo tu Ehmedî nas dikî?
- Zeyneb: Ehmedê pola yekem?
- Dara: Erê, ew hevalê min e.
- Zeyneb: Gelo Rojda û Rûken di pola we da ne?
- Dara: Nexêr, ew ne di pola me da ne, ew di pola duyem da ne.
- Zeyneb: Ma di beşa we da li ser dîroka kurdan ders hene?
- Dara: Mixabin, nînin. Qey dersên we hemû bi kurdî ne?
- Zeyneb: Belê, hemû bi kurdî ne.
- Dara: Xwezî dersên me jî bi kurdî bûna.