Kurdîzan

HEVOKÊN NAVÎ

Hevokên ku pêvebera wan bêjeyeka navî be, hevokên navî ne.

Hevokên navî bi alîkarîya kara "bûn"ê çê dibin. Kara "bûn"ê piştî navan tê û dikeve van forman:

1. Biker yekhejmar be, di pêveberê da "e" yan jî "ye" tê bikaranîn.

  • Rêzan xwendekar e.
  • Rêzan zana ye.

a) Piştî tîpên dengnedêr, "e" tê bikaranîn.

  • Azad xort e.
  • Ronî ciwan e.
  • Rojda baş e.
  • Keçik delal e.

b) Piştî tîpên dengdêr, "ye" tê bikaranîn.

  • Şîlan mamosta ye.
  • Tajdîn jêhatî ye.
  • Mamosta zana ye.
  • Hesp beza ye.

2. Biker pirhejmar be, di şûna "e" û "ye"yê da "in" û "ne" tên bikaranîn.

  • Rêzan û Rojda xwendekar in.
  • Rêzan û Rojda zana ne.

a) Piştî tîpên dengnedêr "in" tê bikaranîn.

  • Firingî sor in.
  • Pol germ in.
  • Xwendekar jîr in.
  • Xort dilgerm in.

b) Piştî tîpên dengdêr "ne" tê bikaranîn.

  • Dayik dilşikandî ne.
  • Mamosta zana ne.
  • Mêvan birçî ne.
  • Zarok tî ne.