Kurdîzan

TEMA: POLA DÎLANÊ

  • Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî, xwendekara pola yekem, hezkirina ji kurdîyê
  • xwendin, nivîsîn
  • xwendekar, kur, keç, zanîngeh, dîyarbekirî, bajar, zivistanan, havînan, texteyê biaqil, pace, rûniştek, mase, platform, derîyê polê, ders, heval, jêhatî, mamosta, nexşe, qelem, refa pirtûkan, texte
  • çil kes, bîst û du, hejdeh, pênc, pêncî
  • piranî, bikêr, ronî, bilind, germ, hênik, memnûn
  • ji ber ku, ji ber, ji bo, pir baş

RÊZIMAN: HEVOKÊN NAVÎ

  • hevok, kar
  • biker, pêveber
  • e
  • ye
  • in
  • ne

POLA DÎLANÊ

Navê min Dîlan e. Ez di Beşa Ziman û Edebîyata Kurdî da dixwînim. Ez xwendekara pola yekem im. Xwendekarên pola me çil kes in. Bîst û du kes ji wan kur in, hejdeh jî keç in. Piranîya xwendekarên pola me dîyarbekirî ne, lê ji bajarên din jî hin xwendekar hene. Pênc xwendekarên pola me berê zanîngehek xwendîye. Ji ber hezkirina ji kurdîyê zanîngeha duyem dixwînin.

Di pola me da texteyê biaqil heye. Texteyê biaqil gelekî bikêr e. Hem ji bo nivîsînê hem jî ji bo xwendinê pir baş e. Ji ber ku gelek paceyên wê hene, pola me ronî ye. Di polê da çil rûniştek û çil mase hene. Mase û rûnişteka mamostayê li ser platformeka bilind e. Pola me zivistanan germ e, havînan hênik e. Ji ber vê em ji pola xwe memnûn in.