ALFABEYA KURDÎ
2. Ev tîp, ji alîyê bilêvkirinê ve wekî tîpên dengdêr û dengnedêr tên dabeşkirin.
a) Tîpên dengdêr
Tîpên ku di bilêvkirinê da rastî tu astengan nayên, dengdêr in.
a, e, ê, i, î, o, u, û
Tîpên dengdêr ji alîyê bilêvkirina xwe ve li ser du koman tên dabeşkirin. Ew jî dengdêrên kurt û dengdêrên dirêj in.
Dengdêrên kurt
Dengdêrên kurt ev in: e, i, u
- e: ber, dev, ser
- i: bir, vir, mir
- u: gul, kul, kur
Dengdêrên dirêj
Dengdêrên dirêj ev in: a, ê, î, o, û
- a: çar, kal, mal
- ê: bêr, têr, mêr
- î: bîr, mîr, şîr
- o: kol, tor, por
- û: hûr, kûr, şûr
b) Tîpên dengnedêr
Tîpên ku bi serê xwe nikarin bên bilêvkirin û bi alîkarîya tîpên dengdêr derdikevin, dengnedêr in.
b, c, ç, d, f, g, h, j, k, l, m, n, p, q, r, s, ş, t, v, w, x, y, z
- b: baş, baran
- c: ciwan, cîran
- ç: çend, çar
- d: deng, dar
- f: fen, fedî
- g: germ, gundî
- h: hiş, hişk
- j: jar, jin
- k: kar, kevir
- l: laş, ling
- m: mar, masî
- n: nan, newal
- p: pirs, pirtûk
- q: qenc, qelew
- r: rast, reş
- s: sar, ser
- ş: şeh, şîr
- t: tax, tevger
- v: vîn, vala
- w: welat, werîs
- x: xanî, xelat
- y: yar, yek
- z: ziman, zindî