Kurdîzan

E- NASANDIN

  • Şîlan: Roj baş Baran.
  • Baran: Roj baş Şîlan. Ev hevalê min e, navê wî Zana ye.
  • Şîlan: Roj baş Zana, navê min Şîlan e, tu çawa yî?
  • Zana: Ez baş im, gelekî spas, tu çawa yî?
  • Şîlan: Ez jî baş im, gelekî spas. Hûn diçin ku?
  • Baran: Em diçin zanîngehê.
  • Şîlan: Ez jî diçim zanîngehê.
  • Baran: Baş e, ka em bi hev ra biçin.
  • Şîlan: Temam, li ser çavan.

ALFABEYA KURDÎ

Alfabeya kurdî ji sih û yek tîpan pêk tê: Heşt tîp dengdêr, bîst û sê tîp jî dengnedêr in.

1. Ev tîp, ji alîyê nivîsînê ve wekî tîpên girdek û hûrdek tên dabeşkirin û awayên nivîsîna wan ji hev cuda ne.

a) Tîpên girdek

ABCÇDEÊ
FGHIÎJK
LMNOPQR
SŞTUÛVW
XYZ

b) Tîpên hûrdek

abcçdeê
fghiîjk
lmnopqr
sştuûvw
xyz