Kurdîzan

B- BEYANÎ BAŞ

  • Tajdîn: Beyanî baş Rojîn.
  • Rojîn: Beyanî baş Tajdîn.
  • Tajdîn: Tu diçî ku?
  • Rojîn: Ez diçim xwendingehê.
  • Tajdîn: Ez jî diçim xwendingehê.
  • Rojîn: Baş e, serkeftin ji te ra.
  • Tajdîn: Ji te ra jî.
  • Rojîn: Bi xatirê te.
  • Tajdîn: Oxir be, li ser çavan.

C- ÊVAR BAŞ

  • Ronî: Êvar baş Sara.
  • Sara: Êvar baş Ronî.
  • Ronî: Tu diçî malê?
  • Sara: Belê, ez diçim malê.
  • Ronî: Îro dersên me gelekî giran bûn.
  • Sara: Qey tu pir westîyayî?
  • Ronî: Belê, ez gelekî westîyame.
  • Sara: Bi xatirê te.
  • Ronî: Oxir be, li ser çavan.

D- ŞEV BAŞ

  • Zelal: Şev baş Şîyar.
  • Şîyar: Şev baş Zelal.
  • Zelal: Tu bi xêr hatî.
  • Şîyar: Di nav xêrê da bî.
  • Zelal: Îro spartekên me gelek in.
  • Şîyar: Rast e, em zû dest bi xebatê bikin.
  • Zelal: Belê, divê em hemûyan biqedînin!
  • Şîyar: Kerem bike, em dest pê bikin. Em dê di nav du saetan da biqedînin.
  • Zelal: Baş bû, bi alîkarîya te zû qedîyan.
  • Şîyar: Xebata bi hev ra xweş bû. Niha bi xatirê te.
  • Zelal: Bi xêr biçî, şev baş.