RAVEKA NAVÎ - I
Raveka navî herî kêm ji du navan pêk tê. Dema ku ji du navan pêk tê, ya pêşî ravekirî ye, ya din jî raveker e. Raveker ravekirîyê dîyar dike. Ravekirî û raveker dibe ku mê, nêr yan jî pirhejmar bin.
Li ravekirîyê, paşgirên ravekirîyê û li ravekerê jî paşgirên tewangê zêde dibin. Ravekirî û raveker li gor zayend û hejmarê van paşgiran digirin:
| Ravekirî | Raveker | ||
| Hejmar | Zayend | (paşgirên | (paşgirên |
| ravekirîyê) | tewangê) | ||
| Nêr | -ê | -î | |
| Yekhejmar | |||
| Mê | -a | -ê | |
| Pirhejmar | Ø | -ên | -an |
Mînak
| Ravekirî | Raveker | |
| -ê -î | mastê | pezî |
| -ê -ê | serê | qelemê |
| -ê -an | mafê | mirovan |
| -a -î | mala | yekî |
| -a -ê | pirtûka | dîrokê |
| -a -an | dimsa | gundan |
| -ên -î | dersên | Bahozî |
| -ên -ê | qelemên | Eyşanê |
| -ên -an | gulên | baxçeyan |