TEMA: JÎNGEHA MIN
- jîngeh, jîngehparêz, jîngehparêzî
- tenduristîya candaran
- parastin
- divê
- li … xwedî derketin
- hişyar kirin, xerc kirin
- çem, gol, behr, derûdor, kolan, darûber, av, elektrîk
RÊZIMAN: RAVEKA NAVÎ-I
- raveka navî
- ravekirî
- raveker
- paşgirên ravekirîyê
- paşgirên ravekerê
JÎNGEHA MIN
Jîngeh cihê jîyana candaran e. Ji bo tenduristîya hemû candaran divê em jîngeha xwe biparêzin.
Ji bo vê, divê em:
Çopên derûdorê biavêjin çopdankan.
Li ajelên kuçeyan xwedî derkevin.
Ji bo nekêşana cixareyê xelkî hişyar bikin.
Av û elektrîka malê û xwendingehê zêde xerc nekin.
Bi dengê bilind neaxivin.
Çem, gol û behrên welatê xwe, qirêj nekin.
Darûberên dora xwe biparêzin.
Kesên ku van tiştan bikin, dibin jîngehparêz.