Kurdîzan

ZAYEND DI RAVEKÊ DA

Ravek ji ravekirî û ravekerê pêk tê. Dema ku ravekirî û raveker nav bin, dibe ku nêr yan jî mê bin.

Mînak

RavekirîRaveker
bêhnananî
nanêtenûrê

1. Ravekirî dema ku mê be paşgira "-a"yê, dema ku nêr be paşgira "-ê"yê werdigire.

zanîngeha min(mê)
bajarê min(nêr)
  • Ev, xanîyê min e.
  • Ew, mamostayê min e.
  • Ev, kurê min e.
  • Ew, nexweşa min e.
  • Ev, dosta min e.
  • Ew, pizişka min e.

2. Raveker dema ku mê be paşgira tewangê "-ê"yê, dema ku nêr be paşgira tewangê "-î"yê werdigire.

Mînak

mala metê(mê)
mala mamî(nêr)
  • Ew, qelema bapîrî ye.
  • Ev, kurê Serwerî ye.
  • Ev, pirtûka Zanayî ye.
  • Ew, kurê Zozanê ye.
  • Ew, mala hevalê ye.
  • Ew, mala hunermendê ye.