TEMA: KAWEYÊ HESINKAR Û NEWROZ
- cejna biharê
- roja cejnê
- sembola cejnê
- ciwanên welatî
- qesra Dehaqî
- hilweşandin
RÊZIMAN: ZAYEND DI RAVEKÊ DA
- ravek
- ravekirî
- raveker
- ravekirîya mê: paşgira "-a"yê
- ravekirîya nêr: paşgira "-ê"yê
- ravekera mê: paşgira tewangê (-ê)
- ravekera nêr: paşgira tewangê (-î)
KAWEYÊ HESINKAR Û NEWROZ
Newroz, ji bo gelê kurd cejneka pir giring e. Sembola vê cejnê jî Kaweyê Hesinkar e. Zemanekî li Îranê hikumdarekî bi navê Dehaqî hebû. Dehaq mirovekî zordar bû. Rojekê di milên wî da du mar derdikevin. Ev mar wî gelekî diêşînin. Ji bo ku êşa Dehaqî kêm bibe, her roj mejîyên du ciwanan didan wan maran. Çend kurên Kaweyê Hesinkar jî biribûn. Tenê kurekî wî mabû. Rojekê zilamên Dehaqê zordar, xwast ku wî kurî jî bibin. Kaweyî xwe ranegirt û serî hilda. Xelkê bajarî da dû wî, qesra Dehaqî hilweşand û ew ji holê rakir. Bi vî awayî wan dawî li zordarîya Dehaqî anî. Ew roj roja 21ê adarê bû. Piştî wê rojê, 21ê adarê bû roja cejnê. Ji wê cejnê ra Cejna Newrozê hat gotin.