Kurdîzan

TEMA: CEJN

  • Cejna te pîroz be.
  • Destê te sax be.
  • bi xêr hatin
  • pêşwazî li … kirin
  • pîrozkirina cejnê
  • Cejna Remezanê
  • Cejna Newrozê
  • xwarina cejnê
  • nasandin

RÊZIMAN: ZAYEND DI HEVOKÊ DA

  • paşgira tewangê -î: ji bo navên nêr
  • paşgira tewangê -ê: ji bo navên mê
  • tewanga navîn: mast-mêst

CEJN

Serdar, xwendekarê lîseyê ye. Ji bo Cejna Remezanê diçe Stenbolê. Li otogarê meta wî, ciwanek û keçek, pêşwazî li Serdarî dikin. Piştî bixêrhatinê, ew cejna hev pîroz dikin û meta wî jê dipirse:

– Serdar can tu van ciwanan nas dikî?

Serdarî got:

– Erê metê. Ez Ehmedî jî û Xezalê jî nas dikim.

Ehmedî û Xezalê got:

– Em jî wî nas dikin. Dema ku em biçûk bûn, me li Bazîdê hev dîtibû.

Piştî ku diçin malê, meta wî xwarina cejnê amade dike. Piştî xwarinê Serdar dibêje:

– Min ji vê xwarinê gelekî hez kir. Destê te sax be metê.

Serdarî, wê cejnê digel Ehmedî û Xezalê demeka xweş derbas kir.