ZAYEND DI HEVOKÊ DA
Zayenda navan di nava hevokê da dîyar dibe. Paşgira tewangê "-î" navên nêr, paşgira tewangê "-ê" jî navên mê nîşan dide.
- Ez mastî dixwim.
- Ez keçikê dibînim.
- Şivanî ji min ra got.
- Keçikê ji min ra got.
- Rohatî nan xwar.
- Rojdayê nan xwar.
- Em Ferhadî nas dikin.
- Em Rojdayê nas dikin.
Hişyarî 1
Li hin deveran navên nêr ku di nav wan da dengdêrên "a" yan jî "e"yê hene, paşgira "-î"yê nagirin. Di şûna "a" yan jî "e"ya navê da, dengdêra "ê"yê tê bikaranîn. Eger di bêjeyekê da hem "a" hem "e" hebe, ya dawî dibe "ê".
- Ez mastî dixwim. dibe Ez mêst dixwim.
- Mistefayî bang kir. dibe Mistefê bang kir.
- Ew agirî ditefîne. dibe Ew êgir ditefîne.
Hişyarî 2
Li hinek deveran tewanga navên nêr rabûye û ev nav bi awayekî xwerû tên bikaranîn.
- Rizgarî name nivîsî. dibe Rizgar name nivîsî.
- Em şivanî nas dikin. dibe Em şivan nas dikin.