TEMA: CEJN
- Cejna te pîroz be.
- Destê te sax be.
- bi xêr hatin
- pêşwazî li … kirin
- pîrozkirina cejnê
- Cejna Remezanê
- Cejna Newrozê
- xwarina cejnê
- nasandin
RÊZIMAN: ZAYEND DI HEVOKÊ DA
- paşgira tewangê -î: ji bo navên nêr
- paşgira tewangê -ê: ji bo navên mê
- tewanga navîn: mast-mêst
CEJN
Serdar, xwendekarê lîseyê ye. Ji bo Cejna Remezanê diçe Stenbolê. Li otogarê meta wî, ciwanek û keçek, pêşwazî li Serdarî dikin. Piştî bixêrhatinê, ew cejna hev pîroz dikin û meta wî jê dipirse:
– Serdar can tu van ciwanan nas dikî?
Serdarî got:
– Erê metê. Ez Ehmedî jî û Xezalê jî nas dikim.
Ehmedî û Xezalê got:
– Em jî wî nas dikin. Dema ku em biçûk bûn, me li Bazîdê hev dîtibû.
Piştî ku diçin malê, meta wî xwarina cejnê amade dike. Piştî xwarinê Serdar dibêje:
– Min ji vê xwarinê gelekî hez kir. Destê te sax be metê.
Serdarî, wê cejnê digel Ehmedî û Xezalê demeka xweş derbas kir.