TEMA: MALBATA GULŞENÊ
- malbat, dê, bav, xwişk, bira, dapîr, bapîr, zarok
- ji bilî
- navê min, navê bavê min, dêya min, xwişka min, birayê min, mala me, mala wan
- mamostayê dîrokê, mamostaya werzişê
- panzdeh salî, şeş salî
- dibistana seretayî, xwendingeha navîn, lîse
- navend, gund, hewş, fireh, hewz, betlane, xelk, biçûktir
- avjenî kirin
RÊZIMAN: ZAYENDA NAVAN
- zayend
- navên nêr
- navên mê
- navên nêtar
- navên siruştî
- navên mirovan
- navên ajelan
- bikaranîna paşgiran li gor zayendê
- zayenda rêzimanî
MALBATA GULŞENÊ
Navê min Gulşen e. Ji bilî dê û bavê min, xwişkek û birayekî min hene. Navê dêya min Eyşe, navê bavê min Adem, navê xwişka min Emîne, navê birayê min jî Evdila ye. Xwişk û birayê min ji min biçûktir in. Ez panzdeh salî me. Xwişka min deh, birayê min jî şeş salî ye. Bavê min mamostayê dîrokê ye. Dêya min jî mamostaya werzişê ye. Em her sê zarok jî dixwînin. Ez di lîseyê da, xwişka min di xwendingeha navîn da, birayê min jî di dibistana seretayî da dixwîne.
Em xelkê Semsûrê ne. Mala me li navenda Semsûrê ye. Mala dapîr û bapîrê min jî li gundekî Semsûrê ye. Mala wan xweşik e û hewşa wan jî fireh e. Di hewşê da hewzek heye û di betlaneyan da em di wî hewzî da avjenîyê dikin.