Kurdîzan

ZAYENDA NAVAN

1. Nav li gor zayendê sê cure ne:

a) Navên nêr: Di ravekê da ji bo navên nêr paşgira "-ê"yê tê bikaranîn. Dema ku "-ê" piştî dengdêrekê bê, berî wê "-y" tê bikaranîn.

  • Ev, mamê min e.
  • Ev, bavê min e.
  • Ev, canegayê min e.
  • Ev, mamostayê min e.

b) Navên mê: Di ravekê da ji bo navên mê paşgira "-a"yê tê bikaranîn. Dema ku "-a" piştî dengdêrekê bê, berî wê "-y" tê bikaranîn.

  • Ev, meta min e.
  • Ev, çêleka min e.
  • Ev, xaltîya min e.
  • Ev, dêya min e.

c) Navên nêtar: Hin nav nêtar in. Li gor rewşê hem wekî nêr hem jî wekî mê tên bikaranîn.

  • dosta min (mê)
  • dostê min (nêr)
  • hevala min (mê)
  • hevalê min (nêr)
  • xwendekara jêhatî (mê)
  • xwendekarê jêhatî (nêr)

2. Zayenda navan du cure ye:

a) Zayenda siruştî: Zayenda hinek navan siruştî ye û manaya wan a zayendê dîyar e. Navên mirov û ajelan siruştî ne.

Navên mirovan: dê, bav, xal, xaltî, mam, met, Rûken, Rizgar

Navên ajelan: dîk, mirîşk, mih, beran, canega, çêlek

b) Zayenda rêzimanî: Di zimanê kurdî da zayenda rêzimanî jî heye. Zayenda van navan di nava ravek û hevokan da dîyar dibe.

  • destê min (nêr)
  • xanîyê min (nêr)
  • qelema min (mê)
  • dersa min (mê)