Kurdîzan

TEMA: XURŞÎD FÊRÎ RENGAN DIBE

  • pêşdibistan, mijar, amadekarî, navên rengan, reng, rengîn, siruşt, bi van, cuda
  • dewlemend bûn, nas kirin, fêr kirin, nîşan dan
  • mişmiş, pîvazterk, bacan
  • spî, reş, sor, pembe, şîn, kesk, zer, binefşî, porteqalî, qehweyî
  • Kerem bike. Ka bibêje. De bibêje.
  • Ev çi reng e? Ev çi ye? Gelo ev çi reng e? Rengê wê sor e. Ew reş e.
  • Baş e. Aferîn! Nexêr. Her bijî! Te rast got.
  • Kêfa min jê ra tê.

RÊZIMAN: CIHNAVÊN NÎŞANÊ

  • cihnavên nîşanê ji bo kes, ajel û tiştên nêzîk
  • cihnavên nîşanê ji bo kes, ajel û tiştên dûr
  • bikaranîna cihnavên nîşanê di hevokê da
  • tewandina cihnavên nîşanê û bikaranîna wan

XURŞÎD FÊRÎ RENGAN DIBE

  • Xurşîd, zarokekî biçûk e û diçe pêşdibistanê. Sibeh mijara dersa wan navên rengan e. Dêya wî Gulîzar jî ji bo amadekarîyê, wî fêrî rengan dike.
  • Gulîzar: Kurê min, ez dê hin tiştan nîşanî te bidim, tu jî rengên wan ji min ra bibêje.
  • Xurşîd: Kerem bike dayê.
  • Gulîzar: Rengê vê gulê çi ye?
  • Xurşîd: Rengê wê sor e.
  • Gulîzar: Ka bibêje, ev çi ye?
  • Xurşîd: Ev firingî ye.
  • Gulîzar: Aferîn! Rengê wê çi ye?
  • Xurşîd: Rengê wê jî mîna gulan sor e.
  • Gulîzar: Aferîn! Xurşîd ew jî pîvazterk e. De bibêje rengê wê çi ye?
  • Xurşîd: Şîn e.
  • Gulîzar: Nexêr, kurê min, ew ne şîn e, kesk e. Ev jî bacan e. Gelo ev çi reng e?
  • Xurşîd: Ew reş e.
  • Gulîzar: Her bijî! Te rast got.
  • Xurşîd: Dayê, rengê van pembe ye?
  • Gulîzar: Na kurê min ew mişmiş in, rengê wan zer e.
  • Xurşîd: Dayê, çima rengê her tiştî cuda ye?
  • Gulîzar: Kurê min, her tişt bi rengê xwe tê naskirin û siruşt bi van rengan dewlemend dibe.
  • Xurşîd: Baş e ku rengê her tiştî cuda ye, kêfa min ji tiştên rengîn ra tê.