Kurdîzan

CIHNAVÊN NÎŞANÊ

Bêjeyên ku bi rêya nîşandayînê cihê navan digirin cihnavên nîşanê ne. Du cihnavên nîşanê hene:

Yek ji bo kes, ajel û tiştên dûr, yek jî ji bo kes, ajel û tiştên nêzîk tê bikaranîn.

  • Ev: ji bo kes, ajel û tiştên nêzîk
  • Ew: ji bo kes, ajel û tiştên dûr

1. Ev cihnav eger yekhejmar bin, pêveber paşgira "-e"yê digirin.

  • Ev dibêje. Ew dibêje.

2. Ev cihnav eger pirhejmar bin, pêveber paşgira "-in"ê digirin.

  • Ev dibêjin. Ew dibêjin.

3. Ev û ew cihnavên xwerû ne, dema ku ditewin, dikevin van forman:

XwerûTewandî
NêrMê
Pirhejmar
(nêr/mê)
Nêzîkevvîvêvan
Dûrewwîwêwan
  • Vî helbestek xwend.
  • Vê helbestek xwend.
  • Van helbestek xwend.
  • Wî helbestek xwend.
  • Wê helbestek xwend.
  • Wan helbestek xwend.