
TEMA: XURŞÎD FÊRÎ RENGAN DIBE
- pêşdibistan, mijar, amadekarî, navên rengan, reng, rengîn, siruşt, bi van, cuda
- dewlemend bûn, nas kirin, fêr kirin, nîşan dan
- mişmiş, pîvazterk, bacan
- spî, reş, sor, pembe, şîn, kesk, zer, binefşî, porteqalî, qehweyî
- Kerem bike. Ka bibêje. De bibêje.
- Ev çi reng e? Ev çi ye? Gelo ev çi reng e? Rengê wê sor e. Ew reş e.
- Baş e. Aferîn! Nexêr. Her bijî! Te rast got.
- Kêfa min jê ra tê.
RÊZIMAN: CIHNAVÊN NÎŞANÊ
- cihnavên nîşanê ji bo kes, ajel û tiştên nêzîk
- cihnavên nîşanê ji bo kes, ajel û tiştên dûr
- bikaranîna cihnavên nîşanê di hevokê da
- tewandina cihnavên nîşanê û bikaranîna wan
XURŞÎD FÊRÎ RENGAN DIBE
- Xurşîd, zarokekî biçûk e û diçe pêşdibistanê. Sibeh mijara dersa wan navên rengan e. Dêya wî Gulîzar jî ji bo amadekarîyê, wî fêrî rengan dike.
- Gulîzar: Kurê min, ez dê hin tiştan nîşanî te bidim, tu jî rengên wan ji min ra bibêje.
- Xurşîd: Kerem bike dayê.
- Gulîzar: Rengê vê gulê çi ye?
- Xurşîd: Rengê wê sor e.
- Gulîzar: Ka bibêje, ev çi ye?
- Xurşîd: Ev firingî ye.
- Gulîzar: Aferîn! Rengê wê çi ye?
- Xurşîd: Rengê wê jî mîna gulan sor e.
- Gulîzar: Aferîn! Xurşîd ew jî pîvazterk e. De bibêje rengê wê çi ye?
- Xurşîd: Şîn e.
- Gulîzar: Nexêr, kurê min, ew ne şîn e, kesk e. Ev jî bacan e. Gelo ev çi reng e?
- Xurşîd: Ew reş e.
- Gulîzar: Her bijî! Te rast got.
- Xurşîd: Dayê, rengê van pembe ye?
- Gulîzar: Na kurê min ew mişmiş in, rengê wan zer e.
- Xurşîd: Dayê, çima rengê her tiştî cuda ye?
- Gulîzar: Kurê min, her tişt bi rengê xwe tê naskirin û siruşt bi van rengan dewlemend dibe.
- Xurşîd: Baş e ku rengê her tiştî cuda ye, kêfa min ji tiştên rengîn ra tê.