Kurdîzan

TEMA: HEVNASÎN

  • Merheba. Beyanî baş.
  • Êvar baş. Roj baş. Şev baş.
  • Tu ji ku yî?
  • Kêfxweş bûm.
  • Bi xatirê te. Oxir be.
  • Li ser çavan.
  • nasandin, navê min, navê te

RÊZIMAN: ALFABEYA KURDÎ

  • alfabe
  • tîpên girdek
  • tîpên hûrdek
  • tîpên dengdêr
  • dengdêrên kurt
  • dengdêrên dirêj
  • tîpên dengnedêr

A- MERHEBA

  • Zana: Merheba.
  • Delal: Merheba, roj baş.
  • Zana: Navê min Zana ye, navê te çi ye?
  • Delal: Navê min jî Delal e.
  • Zana: Tu çawa yî Delal?
  • Delal: Ez baş im, gelekî spas. Tu çawa yî?
  • Zana: Ez jî baş im, gelekî spas. Delal tu ji ku yî?
  • Delal: Ez ji Mêrdînê me. Tu ji ku yî Zana?
  • Zana: Ez jî ji Amedê me.
  • Delal: Ez bi nasîna te kêfxweş bûm.
  • Zana: Ez jî kêfxweş bûm.
  • Delal: Bi xatirê te.
  • Zana: Li ser çavan.